Mistefa Îto: AKP’ê ji têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê tolê hildide
Hevserokê Meclisa Herêma Kobanê Mistefa Îto destnîşan kir ku "Dewleta Tirkiyê ji têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê bi rêya girtina siyasetmedarên Kurd tolê hildide."
Li gorî rapora Hawar Newsê, Duh, Dewleta Tirkiyê hemleya girtinê li dijî hevşaredar û siyasetmedarên ku bi tewana piştevaniya berxwedana Kobanê ya 2014’an, dest pê kir.
Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê muzakereya girtinê li dijî 82 kesan li 7 parêzgehan bi tewana beşdariya wan a xwepêşandanên di 5-9’ê Cotmeha 2014’an de li dar ketine, derxist.
Polîsên dewleta Tirkiyê berbanga duh bi ser malên hevşaredar û siyasetmedarên ku beşdarî xwepêşandanên 2014’an de girt û ew girtin.
Hevserokê Meclisa Herêma Kobanê Mistefa Îto wiha got: "Dewleta Tirkiyê bi rêya girtina siyasetmedarên Kurd qirkirina siyasî pêk tîne. Ew qirkirin ji ber beşdariya wan di xwepêşandanên piştevaniya Kobanê û şêniyên wê sivîl ku ji ber êrişa DAIŞ’ê koçber bûne."
Îto wiha domand: "Wan siyasetmedaran bi hemû derfetên xwe piştevaniya şêniyên me û Kobanê kir. Kobanê li tevahî cîhanê bû sembola berxwedanê. Lê dema em rêbazên mîna yên dewleta Tirkiyê dibînin matmayî dimînin. Dewleta Tirkiyê bi van rêbazên xwe de peyamekê dide ji tevahî cîhanê ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a qaşo dixwaze ewlehî û aştiyê li Rojhilata Navîn belav bike, bi wê dixwaze xewna Osmaniyê vegerîne."