Li Til Helefa Sûriyê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319816-li_til_helefa_sûriyê_motorsîklêteke_bombebarkirî_teqiya
Motorsîklêteke bombebarkirî li bajarokê Til Helef ê li rojavayê Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2020 16:47 Asia/Tehran
  • Li Til Helefa Sûriyê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya

Motorsîklêteke bombebarkirî li bajarokê Til Helef ê li rojavayê Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Li herêmên ku Dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê dagir kirine tevlihevî zêde dibe. Motorsîklêteke bombebarkirî li naverasta bajarokê Til Helef ê bi 3 km dûrî rojavayê Serêkaniyê teqiya."

Hawar Newsê nivîsiye: "Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku motorsîklêt li ser rêya Esfer Necar li naverasta bajarokê Til Helefê teqiyaye.

Çavkaniyan da zanîn ku ziyanên madî çêbûne, lê der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine bidestxistin.

Di vê mehê de gelek teqîn pêk hatin, duh jî gelek mayîn di navendeke leşkerî ya li rojavayê navçeya Zirganê li Herêma Hesekê teqiyan."