Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 39 kesên din bi koronayê ketine, 16 kes baş bûn
Îlon 24, 2020 20:15 Asia/Tehran
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 39 kesên din bi koronayê ketine.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevsrokê desteyê Ciwan Mustefa anî ziman ku 39 kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine, ji wan 21 mêr in û 18 jî jin in û li van herêman in:
Hesekê: 10
Qamişlo: 9
Dêrik: 7
Dirbêsiyê: 7
Girkê Legê: 2
Kobanê: 2
Şehba: 2
Desteyê bi bîr xist ku 16 kesên ku berê bi koronayê ketine jî, baş bûne.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 343 kes bi koronayê ketine, ji wan 55 kes mirine û 379 jî baş bûne.