Li deverên kurdî yên Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê can dan
Îlon 11, 2020 23:41 Asia/Tehran
Li deverên kurdî yên Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê can dan.
Rêveberiya tenduristiya deverên kurdî yên Sûriyê ragihand, 3 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, yek ji wan kesan jineka 65 salî li Hesekê ye, yekî din zilamekî 54 salî li Qamişlo ye û yek jî keçeka 19 salî li Şehbayê ye.
Bi vî rengî, hejmara kesên ku li deverên kurdî yên Sûriyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 45 kesan.
Heta niha deverên kurdî yên Sûriyê 783 kes bi Koronayê ketine ku 238 kes baş bûne û 45 kes jî mirine.