Îlon 09, 2020 23:50 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kes bi koronayê ketine û 17 kes baş bûne

Desteya Tenduristiyê ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li van devera 34 kesên din bi vîrusa  koronayê ketine û 17 kesên ku pê ketibûn, baş bûne.

 Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê 34 kesên din bi vîrusê ketine. Ewên ku di 24 saetên dawiyê de bi vîrusa Korona ketine li van bajaran in: Hesekê: 8 kes, Qamişlo: 3 kes, Dêrik: 8 kes, Til Koçber: 1 kes, Amûdê: 1 kes, Kobanê: 1 kes, Reqa: 6 kes û  Şehba jî: 6 in.

Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku 17 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 738 kes bi virusê ketine, ji wan 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û 229 kes jî baş bûne.

Serepeyv