Îlon 04, 2020 20:04 Asia/Tehran
  • Rûsya hewl dide MSD derbasî proseya siyasî bibe 

Encamên gotûbêjên li gel şanda Tirkiyê ku du rojan li Moskowê bi beşdariya dîplomat û leşkeriyan dom kir, wiha hat ragihandin; Divê Moskow û Enqere ji bo domkirina diyaloga siyasî ya hem li Lîbya, hem jî li Sûriyê,  bi hevahengî tev bigerin.

Serdana şanda Tirkî bo Moskow di wê demê de pêk hat, ku şanda MSD a bi serpereştiya Îlham Ehmed jî li Moskow bû û bi Sergey Lavrov re civiya û ev yek jî bû sedema reaksîyoneke tund a Enqerê.

Bi nêrîna şarezayan, ji xwe armanca Moskowê jî ew bû ku peyamekê bide Enqerê.

Aleksey Xlebnîkov, Endamê Civata Karûbarên Navneteweyî ya Rûsyayê diyar dike, “Di van gotûbêjan de sînyaleke vekirî ji Tirkiyê re hat dayîn, ku   Rûsya dê hewil bide  ku kurd bibin beşekî proseya gotûbêjên siyasî yên li Sûriyê. Da ku Tirkiye jibîr neke, ku bêyî çareserkirina pirsgirêka kurdî, ti çaresriya serbazî û siyasî ya li Sûriyê ne pêkan e.”

Wezareta Derva ya Rûsyayê ragihand ku her du alî li hev kirin ku divê rêkeftinên li ser Îdlîbê bê cîbicîkirin û her du  alî rewşa li rojhlata Firatê jî weke metirsiya bo yekpariya Sûrî dibînin.

Arif Asalioglu, Serokê Enstîtuya Navneteweyî ya Pêşvebirina Hevkariya Zanistî (MIRNAS) dibêje, “Moskow bi helmeteke serkeftî amadekariya beşdarîkirina komên kurd li gotûbêjên Cenevê dike. Ji xwe li Lîbyayê jî, bi saya hewildanên Moskow, Serrac rûyê xwe ji Enqerê badaye. Ev her dû geşedan, bi nêrîna min, du helmetên serkeftî yên Moskow ne dijî Enqerê.”

Piraniya çavdêr, tekez dikin, ku di gotûbêjên dawî de Moskow ajandaya xwe bi Enqerê re daye qebûlkirin. Lewre, Sergey Lavrov, meha Hezîranê ji ber nakokiyên kûr, serdana xwe bo Tirkiyê betal kiribû.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Serokê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl roja 31ê Tebaxa 2020an li Moskowê bîrnama lihevkirinê îmze kiribûn.

Serepeyv