Îlon 02, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • 57 cenazeyê endamên tugeya 93 ya ya Artêşa Sûriyê ji du gorên komî hatin

Bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk îro bi dehan cenazeyên endamên tugeya 93 ya ya Artêşa Sûriyê yên ku di havîna 2014`an de ji hêla DAIŞ`ê ve hatibûn qetilkirin, ji gora komî ya duyemîn a li gundewarê Eyn Îsayê hatin derxistin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Îro tîmên endezeyê yên girêdayî hêzên tugeya 93 ya ya Artêşa Sûriyê bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê 42 cenaze ji gora komî ya duyemîn a li nêzî gundê Xefiye El-Wehib li navçeya Eyn Îsayê derxistin.

Her du gorên komî yên endamên tugeya 93 ya ya Artêşa Sûriyê ku di havîna 2014`an de ji hêla DAIŞ`ê ve hatine qetilkirin in. Beriya vê 15 cenaze hatibûn derxistin. Bi vê yekê hejmara cenazeyên ku ji her du goran hatine derxistin gihaşt 57`an.

Nivîsgehê tevahiya cenazeyên ku ji her du goran hatine derxistin radestî hêzên Sûriyê kirin. Bi armanca ku testên pêwîst li ser çêbikin û wan nas bikin da ku piştre radestî malbatên wan bikin.

Her du gorên komî li ser agahiyên şêniyên herêmên ku du gor li herêmê hene, di 31`ê Tebaxê de hatin dîtin. Gora yekemîn li gundê Firhaniyê bû û ya duyemîn li gundê Xefiye El-Wehib e. Her du gor jî nêzî hev in û tenê bi 2 kîlometran ji hev dûr in.

Li gundewarê navçeyê gelek gorên komî yên tugeya 93 hene. Lê heta niha tenê 4 hatine dîtin.

 

 

Serepeyv