Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: Hejmara pêketiyên Vîrûsa Koronayê bû 2830
Îlon 02, 2020 09:24 Asia/Tehran
Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, di 24 saetên dawî de 65 kes bi Vîrûsa Koronayê ketin û 4 jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li Sûriyê 65 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 jî mirine.
Li gorî wezaretê, hejmara nexweşên Koronavîrûsê gihaşt 2 hezar û 830 û hejmara miriyan jî bû 116.