Îlon 01, 2020 19:43 Asia/Tehran
  • Li Eyn Îsayê du gorên komî hatin dîtin

Li navçeya Eyn Îsayê, du gorên komî yên cenazeyên endamên "Tugeya 93" ya girêdayî hêzên hikûmeta Sûriyê hatin dîtin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li ser agahiyên şêniyên navçeya Eyn Îsayê ku du gorên komî hene, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolînê kir.

Hêzên Ewlekariyê , Tîma Destwerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê agahdar kir da ku dest bi vekirina goran bike.

Herdu gorên komî li gundê Ferhaniyê yê 6 kilomtreyan dikeve başûrê rojavayê navçeyê ne.

Di gora yekemîn, de 14 cenazeyên endamên "Tugeya 93'an" ya girêdayî hikûmeta Sûriyê hatin dîtin. Gora duyemîn dê sibe were vekirin.

Li gorî texmînên şêniyan, di gora duyemîn de 40 cenazeyên hêzên hikûmeta Sûriyê hene, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kuştin û şêniyên di saetên derengî şevê ji tirsa çeteyan ew defin kirin.

Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), cenazeyên di gora yekemîn de radestê hêzên hikumeta Sûriyê yên li herêmên Eyn Îsa û xetên temas bi artêşa Tirkiyê re kirine.

 

 

Serepeyv