Îlon 01, 2020 15:41 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19 kesên din bi Koronavîrûsê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 19 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 2 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku nexweşekî 97 salî û nexweşeke 72 salî li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê jiyana xwe ji dest daye.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku desteyê nexweşketina 19 kesên din bi vîrûsa koronayê belge kiriye û ji van herêman in:

 Qamişlo; 7

Hesekê; 6

Dêrik; 5

Amûdê; 1

Mistefa bal kişand ser ku di dirêjahiya 24 saetên derbasbûyî de, 9 nexweş baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara nexweşên vîrûsa koronayê li herêmê gihaşt 575 nexweşan, jê 37 nexweş mirine û 110 nexweş baş bûne.

 

 

Serepeyv