Îlon 01, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • Salih Muslim:

Salih Muslim diyar kir ku dewletan ji bo parastina cîhanê tiştek nekiriye, 1’ê îlonê tenê sembolîk e ku heya niha aştî pêk nehatiye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Girêdayî 1’ê Îlonê "Roja Aştiyê ya Cîhanê", Endamê Têkiliyên Diplomatîk a PYD`ê Salih Muslim got: “Dewleta Tirkiyê tu caran ji bo aştiyê nexebitiye û dixwazin her şer bikin. Bi vî awayî ku cîhan ji wan lome neke bi şewazên cuda şerê xwe berdewam dikin.”

‘JI BO PARASTINA CÎHANÊ TIŞTEK NEKIRIN’

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku bi milyonan mirov hatin kuştin û ew qas welat hatin xerabkirin, Roja Aştiyê ya Cîhanê hat ragihandin. Salih Muslim têkildarî ragihandina vê rojê got: “Ev roj hat ragihandin lê hêzên navneteweyî ji bo parastina cîhanê tiştek nekir. Ji roja ragihandina roja aştiyê ya cîhanê heya niha şer nesekinî. Ev roj, bû roja aştiya di navbera dewletan de. Di navbera neteweyan, welatan de wê çawa aştî pêk were de, nebû bersiv. Ger ku ev Roja Aştiyê li ser adaletê, azadiyê, wekhevî û mafnasiyê çêbûya wê demê ê watedar bûya.”

Muslim diyar kir ku herî zêde yê ku zirar ji şer dîtiye Kurd in û got: “Dewleta Tirkiyê tu carî ev roja aştiyê nepejirandiye. Dagirkirina Qibrisê, dagirkirina Herêma Kurdistanê, şerê li ser Kurdistana Sûriyê û şerê ku di hundirê xwe de kiriye ew qas bajar talan kirin, diyar dike ku Dewleta Tirkiyê tu caran rêz ji aştiya cîhanê re negirtiye.”

Salih Muslim got: Dewleta Tirkiyê navê aştiyê li operasyonên dagirkirinê dike. Muslim ev yek wek dij heqîqetê bûyin û xapandina herî mezin şîrove kir û got: “Dema Efrîn dagir kir, navê operasyona dagirkirinê kir Kaniya Aştiyê, dema Qibris dagir kir navê operasyonê kir hareketa aştiya Qibrisê. Yanî welatekî bi navê aştiyê dagir dike û wiha cîhanê dixapîne. Cîhanê entrîkayên Osmaniyan fehm nekirine. Dewleta Tirkiyê her çiqas xwe li ber çavê cîhanê xweşik dike jî di esas de tiştê herî xerab dide meşandin. Divê cîhan neyê xapandin ku rastî jî plan û armancê wan nas bikin. Her dewleta Tirkiyê gotinek xweş kir divê bizanin ku di bin de komployek heye. Sûcên herî mezin li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dide meşandin ku guhertina demografiyê bigrin heya sûcên der heqê jin û gel de. Dive cîhan jî heqîqeta Dewleta Tirkiyê nas bike.”

 

 

Serepeyv