Îlon 01, 2020 09:14 Asia/Tehran
  • MSD`ê encamên civîna bi Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re eşkere kir

Endamê şandeya MSD`ê ya ku çûne Rûsyayê, Hikmet Hebîb got: “Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku wê piştgiriya beşdariya nûnerên MSD`ê û Rêveberiya Xweser di çareseriya bike. Rayedarên Rûsyayê di wê baweriyê de ne ku bêyî beşdariya gelê Sûriyê ew ê çareseriya siyasî bi ser nekeve.”

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Piştî MSD`ê û Partiya Vîna Gel muzekera lihevkirinê îmze kirin, bi Wezareta Karê Deve ya Rûsyayê re civiyan.

Têkildarî encamên hevdîtinê cîgirê serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb got: “Me bi Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re li gorî biryara 2254`an nîqaşa rewşa siyasî kir. Di heman demê de aktîfkirina diyaloga Sûrî-Sûrî jî hate nîqaşkirin.”

Hebîb da zanîn ku wezaretê piştrast kiriye ku ewê piştgiriya beşdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bikin, çi li ser asta MSD`ê be yan jî li ser asta Rêveberiya Xweser be, li gel vê yekê têkildarî heman mijarê ewê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pederson û platformên din re bikevin nava diyalogan.

Hikumet wiha axaftina xwe domand: "Tişta me fêm kir, wezareta Rûsyayê serwext bûye ku li Sûriyê bêyî beşdariya gelê Sûriyê ewê çareseriya siyasî misoger nebe, nexasim ku Rêveberiya Xweser û MSD`ê beşdar nebin. Lavrov piştrast kir ku ji  mafê MSD`ê ye beşdarî pêvajoya siyasî bibe û heke beşdar nebe ewê komîteya destûrî ya li Astanayê, Cinêvê yan jî diyalogên têkildarî Sûriyê kêm bimînin.”

Têkildarî xalên din ên ku hatine nîqaşkirin, Hebîb ragihand ku nîqaşa rewşa meydanî û êrişên dewleta Tirkiyê, hate kirin. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirkiyê hîn berdewam in, nexasim li ser rêya M4`ê, bi armanca sivîlan bike hedef balafirên bêpîlot bi kar tîne. Di heman demê de nîqaşa çareserkirina ava Hesekê hate kirin û Rûsyayê soza şopandina vê dozê da

 

Serepeyv