Tebax 31, 2020 18:18 Asia/Tehran
  • Endamên MSD'ê û Lavrov li Moskovayê civiyan

Taxima Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) ku çûye Moskovayê, digel Sêrgêyî Lavrof, Wezîrê karên derve yê Moskovayê hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Hawar Newsê, Taxima Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) ku bi serokatiya Îlham Ehmed Seroka cihêner a Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) çûye Moskovayê, digel Sêrgêyî Lavrof hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Îlham Ehmed hevrê digel Hikmet Hebîb, alîkarê Komîteya cihanînê ya Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD), enhirîb Bersûm, Serokê Partioya Yekîtiya Sûryaniyan û Sîmhok Dîbo, Nûnerê Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD)  li Misirê piştî wajokirina peymanê digel Partiya Vîna Gel a Sûriyê li Moskovayê, çûn Wezareta karên derve ya Rûsiyê û li wir bi Sêrgêyî Lavrof ra hevdîtin pêk anîn.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Mihwerên gotûbêja Wezîrê karên derve yê Rûsiyê digel taxima Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD), qeyrana Sûriyê, civînên Komîteya amadekirina Qanûna bingehîn a Nû ya Sûriyê û pêwîstiya şandina alîkariyên mirovdostane bo Sûriyê ye.

Serepeyv