Li bakur û rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319121-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_17_kesên_din_bi_koronayê_ketin
 Li bakur û rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi Koronayê ketin û yek jî pê mir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 30, 2020 15:03 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi Koronayê ketin

 Li bakur û rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi Koronayê ketin û yek jî pê mir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, li bajarê Hesekê zilamekî 70 salî ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest da.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa ragihand, ji duhî de 17 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 8 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê , 3 kes li Hesekê, kesek li Rimêlan û kesek li Amûdê û kesek jî li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 saetan de 10 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li bakur û rojhilatê Sûriyê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin, gihiştiye 544 kesan ku 98 kes ji wan baş bûne û 35 kesan jî canê xwe ji dest dane.