Şandeya MSD’ê li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Rusyayê li Moskowayê ye
Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê berê xwe da Moskowayê. Endamê şandeyê da zanîn ku wê şande li Rusyayê beyanameyek bi Partiya Vîna Gel re îmze bike.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, şandeyek MSD’ê li vexwendinek fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li Moskowayê ye. Endamê şandeya MSD`ê li Rûsya Sîhanok Dîbo bernama serdana şandeyê eşkere kir. Dîbo piştrast kir ku dê şande li wir hevdîtinan pêk bîne.
Sîhanok Dîbo got: “Şandeya MSDê li ser vexwendineke fermî ya wezareta derve ya Rûsyayê di 27`ê vê mehê de gihîşt Moskowê.”
Şandeya MSD`ê ji seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, cîgirê wê Hikmet Hebîb, serokê Yekitiya Suryenan Senherîb Barsûm û nûnerê MSD`ê li Misirê Sîhanok Dîbo pêk tê.
Sîhanok Dîbo herwiha da zanîn ku wê sibê bi civîneke çapemeniyê beyannameyek di navbera MSD`ê û Partiya Vîna Gel de bê îmzekirin. Di heman rojê de dê hevdîtin bê kirin.
Dîbo diyar kir ku dê navaroka beyannameya lihevkirinê piştre bê belavkirin û dê pîvanên sereke yên peymaneke civakî ya nû ya Sûriyê bigire nava xwe ku dê rê li ber hewldanên dagirkirin û parçekirina Sûriyê û avakirina sîstemeke navendî ya zordar, bigire.
Dîbo dawiyê de got: “Em dikarin bêjin, beyanameya bê îmzekirin dê tiştê herî baş ku heta niha hatiye kirin bibe. Dê sûdê li tevahiya coxrafya Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybetî li opozisyona niştîmanî ya demokratîk bike. Em dikarin bêjin ku nuqteyek guhertinê ya rasteqîn e.”