Tebax 27, 2020 14:35 Asia/Tehran
  • Şaneya Aloziyê dê ji sibê ve qedexeya derketina derve ya li herêma Cizîrê rake

Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku qedexeya derketina derve dê ji sibê de bi temamî rabe. Şaneyê diyar kir ku divê welatî tedbîrên xweparastina ji KoronaVîrûsê bigirin.

"Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê" duh bi beşdariya endamên şaneyê civînek li dar xist û tê de biryar da ku ji sibê anku roja înê ve qedexeya derketina derve bi dawî dibe û ji roja şemiya were de saziyên Rêveberiya Xweser vedigerin kar û xebata xwe.

Biryarên Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ev in:

"Di encama civîna Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê de ku 26-8-2020`an li dar ket û û bi armanca parastina giştî ev bend hatin diyarkirin;

- Li herêma Cizîrê ji 28-8-2020`an ve qedexeya derketina derve radibe.

- Kombûn bi tevahiya awayan qedexe ye, çi li bin konên aza be, kêfxweşiyan, nimêja li mizgeftan û çi jî şahî kombûnên din be.

- Ji roja şemiyê ve 29-8-2020`an tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser dest bi dewamê dikin û tedbîrên xweparastina ji Vîrûsê digirin.

- Divê welatî li gorî biryara 93`yan a "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" 16-8-2020`an ragihandibû tev bigerin û lepik maskan li xwe bikin, heke li xwe nekin ew ê hesab ji wan were xwestin.

- Şaneya Aloziyê bang li welatiyan dike ku dûrî hev û din bikevin, li gorî biryarên aliyên peywendîdar tev bigerin û tedbîrên xweparastinê bigirin.

 

 

 

Serepeyv