Tebax 26, 2020 20:48 Asia/Tehran
  • Sûriye; Li Reqayê goreke din a komî ya qurbaniyên DAIŞ’ê hate dîtin

Tîma Destwerdana Lezgîn a Meclisa Sivîl a Reqayê li rojavayê Reqayê goreke din a komî dît. Gora komî bi piranî ji cenazeyên jinên di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hatine qetilkirin, pêk tê û nasnameyên wan ne diyar in.

Tîma Destwerdana Lezgîn a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebata rakirin û lêkolîna li ser gorên komî yên qurbaniyên çeteyên DAIŞ’ê didome. Piştî agahiyên şêniyên rojavayê Reqayê ji Tîma Destwerdana Lezgîn re yên li ser goreke li herêma Firosiyê, tîmê heta niha cenazeyên 3 kesan derxistine.

Berdevkê tîmê Yasir Xemîs diyar kir ku piraniya cenazeyên di vê gorê de hatine dîtin, cenayên jinan in ku bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatine qetilkirin.

Têkildarî mijarê berdevkê tîmê da zanîn ku di vê mehê de tîma tiba edlî (Bijîşkiya Qanûnî) gora Hetaş a li bakurê bajarê Reqayê dît û 17 cenaze jê derxistin. Ev cenaze jî yên wan kesan in ku hatine darvekirin.

Tîma Destwerdana Lezgîn heta niha zêdetirî 6 hezar cenaze derxistine, ji wan nasnameyên 700 kesan hatine naskirin. Her wiha li tevahî herêmên Reqayê heta niha 27 gorên komî hatin dîtin

Serepeyv