Tebax 26, 2020 20:40 Asia/Tehran
  • SOHR:

SOHR’ê diyar kir ku çeteyên Dewleta Tirkiyê lêkolînkirina li cihên dîrokî yên bajarê Efrînê yê dagirkirî piştî wêrankirin û kolandina cihên şûnwarî û olî, didomînin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku çeteyên girêdayî Dewleta Tirkiyê lêkolînên xwe yên li cihên dîrokî yên li herêma Efrînê piştî kolandin û wêrankirina şûnwaran û goristanên olî, zêde dikin.

SOHR’ê da zanîn ku çete bi rêya mezinên li herêmê wan cihan pirs dikin. Vê yekê hin caran bi tirsandina mezinan û hin caran jî bi xapandina wan a dayîna hin tiştên ku ji kolandinê derxin, pêk tînin. Ev yek bi hevkariya îstixbarata Tirkiyê (MIT) pêk tê ku ew jî karên wan hêsan dikin.

Hawar Newsê nivîsiye: "SOHR’ê di çend mehên borî de belge kir ku çeteyên girêdayî bi Dewleta Tirkiyê xebatên vekolîna şûnwar, kolandin û wêrankirina gorên olî li Efrînê didomînin. Her wiha bê ser û ber "girê Erendê" yê dîrokî yê li "navçeya Şiyê" ya li rojavayê Efrînê kolandin û wêran kirin.

Her wiha goristana "Şêx Hemîd" a li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê jî hat wêrankirin. Şêniyan çeteyên girêdayî Dewleta Tirkiyê tawanbar kirin ku bi rêya sîxurên Tirkiyê kiryarên kolandinê yên wêrankirî pêk tînin."

 

 

 

Serepeyv