26ê Tebaxê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" eşkere kir ku 31 kesên din bi Koronavîrusê(COVID-19) ketine, her wiha ji kesên bi Koronavîrusê ketibûn, yek mir û yek jî baş bûye.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşekî din ê Koronavîursê mir.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê bi Koronavîrusê ketibû û miriye bi temenê 58 salî û ji Dêrikê yê herêma Cizîrê ye.
Mistefa da zanî ku 31 kesên din bi Koronavîrusê ketin jê (20 mêr û 11 jin) û ji van herêman in;
-Hesekê; 7
-Qamişlo; 14
-Rimêlan; 2
-Girkê Legê; 1
-Dêrikê; 3
-Tirbespiyê; 3
-Dêrazorê; 1
Mistefa got yek ji kesên nexweş jî baş bûye.
Hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt 425, jê 27 mirin û 75 jî baş bûne.