Tebax 26, 2020 00:27 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya hevpar a Îran, Rûsiye û Tirkiyê û şermezarkirina êrîşên Rêjîma Siyonîst ser Sûriyê

Nûnerên Îran, Rûsiye û Tirkiyê, êrîşên Rêjîma Siyonîst li ser Sûriyê û girêbesta neftî ya kompaniyeke amerîkî digel Kurdên Sûriyê şermezar kirin.

Li gorî rapora Dayîreya giştî ya Ragihandin û Berdevkiyê ya Wezareta karên derve, Nûnerên Îran, Rûsiye û Tirkiyê roja Sêşemiyê piştî bidawîhatina civîna Jênêvê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dûdar ên Israîlê li dijî Sûriyê ku binpêkirina bingehên qanûnî yên navneteweyî ye, wek binpêkirina hakimiyeta vî werlatî û cînaran û gefek li dijî aramî û ewlehiya navçeyê dan zanîn.

Îran, Rûsiye û Tirkiyê derhatên petrolê yên Sûriyê yên gelê vî welatî dan zanîn û desteserkirina neqanûnî ya çavkaniyên petrola Sûriyê ji aliyê kompaniyên amerîkî şermezar kirin.

Sê welatan her wiha ragihandin ku têkoşîna li dijî hemî cûreyên têrorîsmê û sekinîna li hemberî xwestekên cudatîxwazan divê were domandin.

Îran, Rûsiye û Tirkiyê her wiha li ser dewama hevkariyan bi armanca jinavbirina tam a komên têrorîst ji wan DAIŞ, Cebheya Nusreyê û El-Qayîdeyê pêgirî kirin.

Civîna sêalî ya nûnerên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li kêleka dorav sêyem a gotûbêjên sêalî yên dewlet, dijber û civata medenî ya Sûriyê derbarê amadekirina qanûna bingehîn a nû li vî welatî li Jênêvê hat lidarxistin.

 

 

Serepeyv