Tebax 25, 2020 16:22 Asia/Tehran
  • Ji ber qutkirina avê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve, şandeyeke UNICEF’ê serdana Hesekê kir

Bi armanca şopandina rewşa avê li Hesekê piştî ku Dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê stasyona avê ya Elokê da sekînandin, şandeyek ji rêxistina UNICEF’ê serdana stasyona Hemê ya Herêma Hesekê kir û ji nêz ve şopand.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Şande ji hevserokartiya Gerînendetiya Avê, nûnerê UNICEF’ê yê Şamê û Nivîsgeha UNICEF’ê ya li Qamişloyê pêk dihat. Şande ji aliyê nûnerên Meclisa Hesekê û Gerînendetiya Avê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê di serdana xwe de dît ku ava stasyona Elokê nagihêje Hesekê, tevî ku Dewleta Tirkiyê îdia kir ku stasyon careke din ketiye xizmetê.

Her wiha şandeya UNICEF’ê bîrên ku Gerînendetiya Avê ya Hesekê li herêma Hemê ya rojavayê bajêr kolandine, şopandin.

Dewleta Tirkiyê piştî êrişa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de û dagirkirina hin herêman, dest bi qutkirina ava stasyona Elokê ya herêma Hesekê kir.

Tevî bangên navneteweyî û daxwaza NY’yê, lê Dewleta Tirkiyê stasyona Elokê ji nêzî mehekê de venekiriye.

 

 

 

Serepeyv