Sûriye: "Hikûmeta Tirkiyê û kirêgirtiyên wê avê wek çekek dijî sivîlan bi kar tînin"
Wezareta karên derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê kiryara Tirkiyê ya qutkirina ava vexwarinê ya gelê parêzgeha Hesekeyê û derdora wê şermezar kir û destnîşan kir ku Tirkiye ji ava vexwarinê ya xelkê sûda siyasî werdigire.
Li gorî rapora SANA Newsê, Di daxuyaniya Wezareta karên derve ya Sûriyê da hatiye ku Hikûmeta Tirkiyê û kirêgirtiyên wê bi alîkariya dewleta Amerîkayê avê wek çekek li dijî welatiyên sivîl ên sûrî ji wan jin û zarok û salmezinan bi kar tînin û ev kar li gorî qanûnên navneteweyî û Konvansiyonên Jênêvê, Cinayeta Cengî û Cinayeta dijî Mirovahiyê ye.
Wezareta karên derve ya Sûriyê tevî hişyarîdana derbarê dewama vê cinayetê ragihand ku bikaranîna avê wek alaveke cengê dê dûhatên xerab ên mirovî bi xwe ra bîne.
Wezareta karên derve ya Sûriyê her wiha ji NY nemaze Ofîsa hevahengiya mirovî ya vê rêxistinê û welatên endamê Yekîtiya Ewropayê xwest ku berpirsiyariya xwe di vî warî da cih bînin.
Tirkiyê û çeteyên ku Enqere pişta wan digire ji du hefteyan beriya niha va ava vexwarinê li ser gelê parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê qut kirine.
Li pey vî karê Tirkiyê, zêdetirî miliyonek û nîv welatiyên Sûriyê li parêzgeha Hesekeyê tûşî kêmbûna avê bûne.
Ev di halekî da ye ku Sûriye jî wekî piraniya welatên cîhanê tûşî pandemiya Koronayê ye.