Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes din bi Koronavîrusê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318953-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_8_kes_din_bi_koronavîrusê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku 8 kesên din bi Koronavîrûsê(COVID-19) ketin, 8 jî baş bûn û 3 jî mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2020 21:31 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes din bi Koronavîrusê ketin

Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku 8 kesên din bi Koronavîrûsê(COVID-19) ketin, 8 jî baş bûn û 3 jî mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesek li Şehbayê bi Koronavîrusê ketibû, jiyana xwe ji dest da, her wiha 2 kesên li Hesekê jî pêketibûn jî jiyana xwe ji dest da.

Mistefa da zanîn ku 8 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrûsê ketin, jê 7 mêr û 1 jin e û wiha ne;

Hesekê; 3

Kobanê; 2

Reqayê; 1

Dêrazorê; 1

Tebqayê; 1

Mistefa got ji kesên bi Koronavîrusê ketibûn, 8 kesên din baş bûne.

Hejmara giştî ya kesên bi Koroanvîrusê ketine, 362 kes e, jê 24 mirine û 66 baş bûne.