Tebax 24, 2020 13:34 Asia/Tehran
  • Qutkirina ava Hesekeyê ji aliyê Tirkiyê va Sûc e

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Rêveberiyên xwecihî li Kurdistana Sûriyê di axaftinekê da tevî rexneya ji Tirkiyê ji ber qutkirina ava Hesekeyê, ev karê Tirkiyê wek Sûc da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Hawar Newsê, Jozêf Lehdo, Hevserokê Komîteya Şaredarî û Rêveberiyên xwecihî li Kurdistana Sûriyê di axaftinekê da tevî rexneya ji Tirkiyê û çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê va ji ber qutkirina ava Hesekeyê, got: "Piştî navendên gihandina avê ketin bin dagîrkeriya hêzên Tirkiyê, me bernameyeke stratejîk amade kir. Projeya dîzaynkirî, projeyek nîne ku pirsgirêkên heyî ji binî va çareser bike, lê sedî 50 ji pirsgirêkên heyî bi vê projeyê tên çareserkirin. Me kolandina 100 bîran xiste rojeva xwe û 25 bîr amade bûne."

Wî got: "Hegera sereke ya pirsgirêkên avê ku li navçeyê destpê bûne, dewleta Tirkiyê ye ku dijminatiya xwe digel gelê navçeyê didomîne. Ji ber bêdengiya Civata Navneteweyî û rêxistinên cîhanî li hemberî vê yekê, nêzikî 2 miliyon kes ketine ber kiryarên hovane yên dewleta Tirkiyê. Qutkirina ava Hesekeyê ji aliyê Tirkiyê va sûc e. Em ji NY dixwazin ku li hemberî wê yekê karekî bike."

 

 

Serepeyv