Tebax 19, 2020 13:07 Asia/Tehran
  • Li deverên kurdnişîn ên Sûriyê îro 34 kes bi Koronayê ketin  

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li bakur û bakurê rojhilata Sûriyê ragihand ku 34 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Koronayê li bajarên vê deverê hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa îro di daxuyaniyeke nivîskî de amarên nû yên têkildarî rewşa Coronayê li  deverên kurdnişîn ên Sûriyê aşkere kir.

Ciwan Mistefa ragihand, îro 34 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser ên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê hatine tomarkirin, ku 21 ji wan zilam û 13 kes jî jin in.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir, zêdetirîn haletên tomarkirî li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo ne, ku li Hesekê 13 kes û li Qamişloyê jî 11 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Ciwan Mistefa da zanîn, 5 kes jî li Dêrikê, 4 kes li Amûdê û kesek jî li Girkê Legê bi vê vîrusê ketine.

Bi gotina Ciwan Mistefa 8 kes ji nexweşên Koronayê jî baş bûne û bi vê yekê re hejmara kesên ku heta niha baş bûne, gihîştiye 36 kesan.

Li gor amarên fermî yên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 253 kes li navçeyên wê rêveberiyê bi COVID-19 ketine, herwiha heta niha 15 kes ji wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv