Tebax 18, 2020 19:08 Asia/Tehran
  • Heleba Sûriyê - Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 6 kes bi Koronavîrusê ketin

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku li her du taxan 6 kes bi Koronavîrusê ketine. Her wiha bang li şêniyan kir ku divê tedbîrên xweparastinê pêk bînin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li her du taxan 6 kes bi Koronvîrusê (Covid-19) ketine.

Li gorî daxuyaniyê ji wan 6 nexweşan, 2 nexweş baş bûne û 4 nexweşên din li malê di karantînaya de û di bin çavdêriya kadroya tenduristiyê de ne.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiyê were girtin. Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de ji welatiyan xwest ku dema nîşaneyên Koronavîrusê li wan diyar bûn an jî ji hinekan bi guman bûn, yekser agahiyê bidin wan.

Ji destpêka belavbûna Koronavîrusê li Sûriyê di Adara borî de, ev cara yekemîn e ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  nexweşên Koronavîrusê derdikevin.

 

 

 

 

Serepeyv