Rêxistineke hiqûqî: Rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê berdewam in
Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê belge kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên artêşa Tirkiyê bînin. Rêxsitinê diyar kir ku li gel berdewamiya sûcan, guhertina demografî didome.
Piştî ku dewleta Tirkiyê di Çileya 2018’an ve êrşî kantona Efrînê kir û di Adara heman mehê de ew dagir kir, ji wê rojê heta niha li dijî şêniyên Efrînê sûcên dermirovî pêk tîne.
Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê rêzesûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên di vê mehê de pêk anîne belge kir.
Berdevkê vê rêxistinê Îbrahîm Şêxo di vê barê de got: “Di 6’ê Tebaxa 2020`an de zarokê bi navê Bekir Fuad (14) ku ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şêra ya kantona Efrînê rastî sûcekî hovane hat. Heman demê de şêniya bi navê Gulê Ferec (23) jî rastî sûcên hovane hat. Cenazeyê herduyan li nava darên gundê Dêrsewan ê nêzî sînorê Tirkiyê hatin dîtin. Şopên îşkenceyê li ser cenazeyên wan hatin dîtin, ne sedemên sûcan û ne jî kujer diyar in.”
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku îstixbarata Tirkiyê bi hevkariya çeteyên Feysel Feyleq El-Şam di 8’ê Tebaxê de sê welatiyên temen mezin ji gundê Şadîra yê navçeya Şêrewa revandin.
Îbrahîm Şêxo dibêje: Di 11’ê Tebaxê de polîsên leşkerî yên artêşa Tirkiyê girtin ser gundê Birîmca yê navçeya Mabtlî û 5 şêniyên wê gundê revandin. Paşê ew şandin navenda bajarê Efrînê û li hemberî serbestberdana wan ji malbatên wan 210 hezar lîreya Sûriyê xwestin.
Şêxo siyar kir ku siyaseta guhartina demografiya herêmê berdewam e û wiha pêde çû: “Mînaka herî nêzîk jî artêş Tirkiyê bi hevkariya meclisên herêmî yên daye avakirin, ji wan xwest ku dibistanên olî li şûna navendên yekitiya Êzidiyan ava bikin. Lewma di salvegera komkujiya Şêngalê ya ku 2014`an de pêk hatibû, sitûnên dibistanê danîn.
Her wiha çeteyên Sultan Mihmed El-Fatih li gundê Birêmica gora Şêx Mihemed rûxandin û li nava gorê li şûnwaran geriyan.
Şêxo bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirkiyê ên li dijî şêniyên Efrînê rawestînin.