Tebax 16, 2020 18:05 Asia/Tehran
  • Amerîka 2200 hêzên HSD'ê ji hêla leşkerî va fêr dike

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi armanca parastina bîrên neftê li navçeyên bin sserdestiya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li Kurdistana Sûriyê, 2200 kesan ji wan ji hêla leşkerî va fêr dike.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê KRD Newsê, Li pey lihevkirina HSD û Kompaniyeke amerîkî bi navê "Delta Crescent Energy" (LLC) di warê neftê da, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi armanca parastina bîrên neftê li navçeyên bin serdestiya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li Kurdistana Sûriyê, 2200 kesan ji wan ji hêla leşkerî va fêr dike.

Di rapora ku Wezaretxaneya Berevaniyê ya Amerîkayê bo vê mebestê weşandiye da hatiye: "Li navçeya bin serdestiya Kurdan li Sûriyê her rojê 30 hezar bermîl neft tê derxistin ku bihayê wê 3 miliyon dolar e. Mesrefa fêrkirina van hêzên çekdar di çarçova parastina bîrên neftê ji bûdceya diyarkirî jibo têkoşîna dijî Koma Têroirîst a DAIŞ'ê di sala 2020î da dê were dabînkirin."

 

 

 

Serepeyv