Tebax 12, 2020 12:42 Asia/Tehran
  • Koçbereke ji Girê Spî: Jiyan li herêmên dagirkirî wekî dojehê ye!

Koçbereke ji Girê Spî da zanîn ku li herêmên dagirkirî ewlehî û aramî tune ye û jiyan wekî dojehê ye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Koçbera bi navê Meryem Mihemed ku tevî malbata xwe ji bajarê xwe Girê Spî koçberî kampa koçberên Girê Spî bûye, sûcên çeteyan ên wekî talankirin û diziya mal û milkan li hember şêniyên herêmê şermezar kirin.

Meryem Mihemed bû şahida sûcên çeteyên girêdayî bi  dewleta Tirkiyê ên li Herêma Girê Spî ya dagirkirî yên li dijî sivîlan. Bi taybet ew sûc li dijî jinan pêk tên, jin ji mafên sereke dihatin mehrûmkirin û lixwekirina cilên îslamî li wan tê ferzkirin.

Meryem Mihemed (40) beriya 3 mehan ji ber tunebûna aramî û ewlehiyê ji bajarê Girê Spî derket. Meryem ji ajansa me re behsa jiyana li wê derê kir û wekî "dojehê" bi nav kir.

Meryem Mihemed wiha behs dike: "Di bin gefa kuştinê de, çete dikevin malên sivîlan û li pêş çavên wan milkê wan talan dikin. Mala min bi temamî hat dizîn û talankirin, ji bilî dîwaran tiştek tê de nema. Min nikarî berteka xwe jî derxista. Ez neçar mam ji wê derê derkevim."

Meryem Mihemed piştrast kir ku çete li ser fikrên DAIŞ`ê dimeşin û li dijî jinan zilm û zordariyê pêk tînin.

Meryem Mihemed wiha berdewam dike: "Piraniya sivîlên ku li Girê Spî mane, xizan in. Ji ber dizî, talan û bihabûnê, dixwazin ji herêmê derkevin. Lê belê çete rê nadin wan."

Meryem Mihemed destnîşan kir ku  dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê dixwazin herêmê birûxînin, sûcên dermirovî û koçberkirina li herêmên dagirkirî vê yekê piştrast dikin. Di dawiya axaftina xwe de Meryem Mihemed wiha got: "Hêviya me ew e ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê ji herêmên me derkevin û em bi ewlehî û aramî lê bijîn."

Ji dema êrişên ewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê yên li dijî kantona Girê Spî de, nêzî 100 hezar malbat koçberî kampa koçberên Girê Spî bûne.

 

 

 

Serepeyv