Artêşa Tirkiyê li şûna 'Mala Êzidiyan' a li Efrînê dibistaneke olî vekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318440-artêşa_tirkiyê_li_şûna_'mala_Êzidiyan'_a_li_efrînê_dibistaneke_olî_vekir
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komeleyeke Kiwêtê ku bi navê Komeleya "Şêx Abdullah Nûrî" tê naskirin û bi hevkariya ‘Destên Spî’ li Mala Êzidiyan a berê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî dibistaneke olî vedikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2020 22:05 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê li şûna 'Mala Êzidiyan' a li Efrînê dibistaneke olî vekir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komeleyeke Kiwêtê ku bi navê Komeleya "Şêx Abdullah Nûrî" tê naskirin û bi hevkariya ‘Destên Spî’ li Mala Êzidiyan a berê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî dibistaneke olî vedikin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê da zanîn ku Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê wê Mala Êzidiyan a bajarê Efrînê wêran kir û talan kir.

Rêxistinê diyar kir ku di çarçoveya tunekirina baweriya êzidiyan û belavkirina fikrên tundrew û perwerdekirina zarokan de komeleya Kiwêtê ya bi navê Şêx Abdullah Nûrî bi hevkariya" ‘Destên Spî’ piştî ku Mala Êzidiyan hilweşandin, li şûna wê dibistanekê olî vedikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê bal kişand ser ku di salvegera 6an a qirkirina Êzidiyên li Şengalê ya 2014`an de, kevirê avakirina dibistanê hate danîn