Tebax 06, 2020 11:43 Asia/Tehran
  • Qerentîneya 14 rojî li Herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke nû jibo têkoşîna dijî Pandemiya Koronayê li Kurdistana Sûriyê, qerentîneya 14 rojî li Herêma Cizîrê sepand.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke nû jibo têkoşîna dijî Pandemiya Koronayê li Kurdistana Sûriyê, qerentîneya 14 rojî li Herêma Cizîrê sepand.

Li gorî nivîsa KRD Newsê, Maseya Rêveberiya Qeyranê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  tevî amajeya bi zêdebûna hejmara tûşbûyiyên bi Koronayê li Kurdistana Sûriyê, heta roja 20ê Tebaxa 2020î qedexetiya hatûçûna welatiyan li kolanên Herêma Cizîrê sepandiye.

Ev biryar dê ji 6 heta 20ê Tebaxê cih bê.

Li gorî agahiyên bidestketî ji Rêxistina Tendurustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê , heta vê demê 30 tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Kurdistana Sûriyê hatine naskirin.

 

 

Serepeyv