Tebax 04, 2020 12:05 Asia/Tehran
  • Serêkaniya dagîrbûyî - Cesedê gulebarankirî yê çekdarê Tirkiyê hat dîtin

SANA Newsê ragihand ku cesedê gullebarankirî yê eskerekî Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê hat dîtin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sana Newsê ragihand ku Îro Sêşemiyê cesedê esekerekî Tirkiyê li navçeya dagîrkirî ya Serêkaniyê li bakurê rojhilatê Sûriyê hatiye dîtin.

Çavkaniyên xwecihî di vî warî da ji Sana Newsê ra ragihandin ku êvara ropja bihurî cesedê vî eskerê Tirkiyê li kêleka kûreya mekanîze û eynî li navçeya ku hêzên dagîrker ên Tirkiyê û kirêgirtiyên têrorîst ên vî welatî têda ne, hatiye dîtin.

Bajarê Serêkaniyê demeke dirêj e ku bûye qada pevçûna navbera têrorîstên bin sîvana Tirkiyê; Bi awayekî ku Enqerê jibo girtina pêşiya pevçûna van têrorîstan, bi caran erebeyên xwe yên zirêhî şandine vî bajarî.

Pêştir Sana Newsê ragihandibû ku têrorîstên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê bi caran li ser parvekirina mal û heyitiyên talankirî ji welatiyên bakurê rojhilata Sûriyê ketine pevçûnê.

 

 

 

Serepeyv