Tebax 04, 2020 09:22 Asia/Tehran
  • ‘Divê cîhana îslamê li hemberî komkujiyên dewleta Tirkiyê bisekin e’

“Sûcên ku Erdogan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, li dijî qanûnên navdewletî û nirxên ola îslamê ne. Em bang li cîhana Îslamê û oldarên li Tirkiyê dikin ku li hemberî van sûcan bisekinin.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Dewleta Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane sûcan pêk tînin. Komkujiya dawî 27'ê Tîrmehê li gundê Qort Wêran ê bakurê bajarê Minbicê bû. Di encamê de di nav de 4 jê zarok 6 sivîl hatin qetilkirin.

Ji melayên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê Sîrac El-Ehmed da zanîn ku di demekê de ku cîhana îslamê amadekariyên pêşwazîkirina cejna Qurbanê dikirin, Dewleta Tirkiyê sivîl qetil kir. Ev kiryar li dijî ola îslamê ye.”

Sîrac El-Ehmed bang li oldarên îslamê kir ku li dijî siyasetên Erdogan  ên qetilkirina sivîlan hewlesteke îslamî nîşan bidin.

Mele Silêman El-Elî jî got: "Yê dilovaniya xwedê dixwaze, divê dilovahiyê yên li erdê bike. Da ku civakeke hevgirtî ji bo hemû pêkhateyên ava bike. Xwedê aştiyê ji tevahî cîhanê re dixwaze. Lê niha Tirkiye sivîlan qetil dike."

Silêman El-Elî di dawiya axaftina xwe de li hemberî  sûcên hikumeta Erdogan banga yekitiyê li cîhana îslamê kir.

 

 

Serepeyv