Tebax 01, 2020 08:51 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Reqayê qedexeya derketinê hate ragihandin

Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Reqayê ji bo rêgirtina li ber belavbûna Koronavîrusê biryara qedexeya derketina derve ji bo 14 rojan ragihand.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Di biryarê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Ji bo parastina berjewendiya giştî û tenduristiya hemû şêniyên me, li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi hejmara 86 a dîroka 29/07/2020'an, ev van biryaran didin:

-Qedexeya derketinê li tevahî herêmên Meclisa Sivîl 14 roja tê ferzkirin. Qedexe ji dîroka derxistina biryarê dest pê dike.

- Tenê ji bo rewşên awarte yên nexweşiyan û tevgera bazirganiyê, hemû deriyên ketin û derketina sînorê rêveberiya Meclisa Sivîl a Reqayê û deriyên têketin û derketina bajar têne girtin. Li gel vê tedbîrên pêwîst têne girtin.

-Nan dê bi rêya nûneran were belavkirin.

-Saziyên meclisa Reqayê wê li ser karê xwe bimînin û navendên tenduristiyê yên li gundan wê werin xurtkirin.

-Hemû cure kombûn 'Çayxane, avjengeh, nimêjin komî, dawet, taziye û hwd..` qedexe ne."

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh ragihandibû ku li Reqayê 3 kes, li Dêrazorê jî 3 kes û li herêma Cizîrî 11 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

 

 

 

Serepeyv