Artêşa Tirkiyê û koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" êrîşî ser Zîrgana Serîkaniyê kirin
Konseya Leşkerî ya Zîrganê qala êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Zîrganê û hewildana çekdarên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" jibo derbasbûna bo vê navçeyê kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî agahiyên bidesthatî ji çavkaniyên xwecihî, li pey êrîşa topxaneyî ya artêşa Tirkiyê li ser cih û warên jiyanê li Zîrgana Serîkaniyê li Kurdistana Sûriyê û hewildana hêzên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" jibo derbasbûna bo vê navçeyê, pevçûnek navbera çekdarên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" û hêzên Konseya Leşkerî ya Zîrganê qewimî.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Konseya Leşkerî ya Zîrganê ya ser bi Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD-QSD) bi daxuyaniyekêî bal kişande ser van êrîşan û ragihand: "Saet 04:30 li gorî dema xwecihî êrîşên topxaneya artêşa Tirkiyê ser Zîrganê destpê bûn û çekdarên "Artêşa Azad a Sûriyê" hewil dan ku têkevin vê navçeyê; bi tevgeriyana hêzên Konseya Leşkerî ya Zîrganê paşve kişiyan."
Konseya Leşkerî ya Zîrgan ragihand ku di vê êrîşê da çend welatiyên sivîl birîndar bûne.