Tîrmeh 28, 2020 15:06 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşa Tirkiyê ser Minbicê 6 endamên malbatekê hatin qetilkirin

Hawar News: "Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li gundewarên rojava û bakurê rojavayê Minbicê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anî. Di êrişa Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de 6 sivîl şehîd bûn."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirkiyê û çeteyên 'Dirî El-Firat' sûcên li dijî sivîlan û kuştina wan didomîne. Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji baregeha dewleta Tirkiyê ya li gundên Şêx Nasir û Ewlaşlî yên rojava û bakurê rojavayê bajarê Minbicê gundên Qort Wêran û Wlîlanlî topbaran kirin. Di encama wê de 6 sivîl gorî bûn ku di nav de zarok û jin jî hene. Her wiha 6 zarok jî birîndar bûn."

"Navên qurbaniyên êrîşa Artêşa Tirkiyê li Minbicê eşkere bûn"

'Hawar Newsê' her wiha ragihand ku Navên 5 qurbaniyên êrîşa ku Artêşa Tirkiyê  li gundê Qort Wêran pêk anî, eşkere bûn.  

Hawar Newsê nivîsiye: "Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, gundê Qort Wêran û Wîlanlî ku li bakurê rojavayî bajarê Minbicê dikeve, topbaran kirin û di encamê de komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî. Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di encama komkujiyê de 6 sivîl, di nav de jin û zarok, hatin qetilkirin û 6 sivîlên din jî birîndar bûn."

Sivîlên kuştî û birîndar bûne, hemû ji heman malbatê ne.

Hawar Newsê hwer wiha nivîsiye: "Ajansa me navên 5 kesên qurbaniyên komkujiya ku artêşa Tirkiyê pêk anî, bi dest xistin; Eliya Diyab (60), Fatime Mexlûf (35), Faris Diyab (13), Xifran Diyab(7), Cemîle Diyab (11) Her wiha navê du birîndaran ku ew jî zarok in, wiha ne; Mehmûd Diyab (7) rewşa xwe hîna xeternak e û Ehmed Diyab (12) ew jî rewşa xwe xeternak e û di bin emeliyatê de ye.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, qurbaniyên komkujiyê hemû ji malbatekê ne û dema li ber mala xwe raketibûn, topa hêzên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li nava wan ket."

 

 

 

 

Serepeyv