Tîrmeh 27, 2020 08:27 Asia/Tehran
  • Di teqîna li Efrînê de ji zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn

Di teqîna ku uh êvarê li bajarê Efrînê rû da de, ji malbatekê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyan ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihandin ku vê êvarê teqînek li ser rêya Cindirêsê, nêzî çerxerêya Seraya û garca kevn rû da. Çavkaniyan diyar kirin ku teqîn bi mayînekê pêk hat, di enamê de ji malbateke Kurd zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan tenduristiyê destnîşan kirin ku zarokê bi navê Remedan Kamîran Xelîl beriya ku bighêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û rewşa zarokên din "Refîq Melawî, Rûxweş Kamîran Xelîl, Reşvan Kamîran Xelîl û Fatima Şêxo" baş e.

 

Serepeyv