Tîrmeh 26, 2020 13:45 Asia/Tehran
  •  Di encama teqînekê de li Serê Kaniyê çend kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li bajarê Serê Kaniyê yê bakurê rojhilatê Sûriyê teqînek çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 2 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Serê Kaniyê îro, 26 Tîrmehê, teqînek çê bû û li gor çavkaniyên xwecihî ew teqîn bi riya motorsîkleteke bombebarkirî hatiye encamdan.

Li gor zanyariyan destpêkê di encama wê teqîna ku li nêzî Rêveberiya Êmên Ajelan çê bûye, 2 kes hatine kuştin û hejmarek kes birîndar bûne.

Roja 23yê vê mehê jî teqîneke mezin li naverasta bajarê Serê Kaniyê çê bûbû û bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndar bûbûn.

Bajarê Serê Kaniyê yek ji wan deveran bû ku bi destpêka êrişa Tirkiyê ya li gel grûpên çekdar bo ser herêmên kurdî yên Sûriyê, bû armanca êrişan û bi tundî dihat topbaran û bombebarankirin û tevî wê êrişa berfireh jî wan çekdarên ser bi Tirkiyê ve nekarîbûn bi temamî bajar kontrol bikin.

Lêbelê piştî ku Amerîka û Tirkiyê li Enqerê gihiştin rêkevtineke agirbestê ku yek ji xalên rêkevtinê ew bû şervanên Kurd ji Serê Kaniyê vekişin û di wê çarçovê de hêzên Kurdî vekişiyan û bajar ket destê wan grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê.

Kurdên Sûriyê dibêjin li paş van teqînên ku li deverên kurdî yên Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê dagîr bûne, diqewmin Tirkiyê cih girtiye û armanca wê ji vê yekê koçandina kurdan ji mal û warên wan û danîna tirkmen û ereban dewsa wan e. 

Serepeyv