Tîrmeh 25, 2020 09:39 Asia/Tehran
  • Rewşenbîrên Efrînê li Til Rifatê pirtûkxaneyek vekirin

Rewşenbîrên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne, li bajarokê Til Rifatê pirtûkxaneyek vekirin. Armanca vekirinê ew e ku çanda xwendinê di nava civakê de belav bikin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Piştî xebatên du meh û nîv ji bo komkirina pirtûkan,  berpirs û çavdêrên pirtûkxaneyê bi merasîmekê Pirtûkxaneya Navenda Zanist û Ronakbîriyê vekirin.

Bi dehan şênî tevî nûnerên sazî û meclisên herêmî yên bajarokê Til Rifetê li Herêma Şehbayê tev li merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de damezrînerê pirtûkxaneyê Mihemed Mihemed hemû kesên ku beşdar bûne spas kir û wiha got:" Em ji vekirina pirtûkxaneyê armanc dikin ku çanda xwendinê û ronakbiriyê di nava civakê de belav bikin, ji ber ku civak bi xwendinê bi pêş dikeve û armancên xwe bi cih tîne."

Her wiha ji damezrînerên pirtûkxaneyê Xelîl Hibo bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin pirtûkxaneyê û wiha got: "Divê hemû civak û bi taybetî ciwan berê xwe bidin pirtûkxaneyê da ku çand û fikirê dewlemend  hilînin û karibin bi rêya wê xwe û civakê jî pêş bixin."

Piştre pirtûkxane hate vekirin.

Di pirtûkxaneyê de nêzî 400 pirtûkên siyasî, çîrokên cîhanî, pirtûkên zanistî û hwd hene. Her wiha berpirsên pirtûkxaneyê piştrast kirin ku ewê hewl bidin herjmara pirtûkan zêde bikin.

Sadik Berekat, Mihemed Mihemed û Xelîl Hibo damezrînerên pirtûkxaneyê ne, ew ji bajarê Efrînê ne. Ew hemû ji zanîngehê derçûnê hinek ji wan beşa qanûna navdewletî qedandine, hinek din jî lêkolînerên dîrokî ne. Her sêyan bi kedên xweser pirtûkxane vekir.

 

 

Serepeyv