Tîrmeh 24, 2020 11:44 Asia/Tehran

Hevserokê Konseya Qanûndarêştinê ya Herêma Efrînê di gotûbêja bi Kurd Pressê ra got: Em awareyên Efrînê an dêl bi serbilindî vegerin ser axa xwe, an li şehbayê bimirin.

Silêman Cefer, Hevserokê Konseya Qanûndarêştinê ya Herêma Efrînê derbarê rewşa herî dawî li navçeya dagîrkirî ya Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên cîhadî va ji Kurd Pressê ra got: Guhertina demografiya Efrînê bilez ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên cîhadî yên ser bi vî welatî va pêk tê û her rojê destdirêjî, tevkujî, girtin û işkencekirin û bêrêziya li jinan didome.

Wî got: Li derdora navçeya Şehbayê jî ku 90 hezar penaberên Efrînê li nav kampan dijîn, gellek pirsgirêk ji wan kêmbûna derman û ardê heye û dewleta Sûriyê jî rê nade ku kelûpel û ardû bi hêsanî derbas bibe û penaxwazên efrînî ji çend aliyan va hatine dorpêçkirin.

Silêman Cefer her wiha got: Tirkiye dixwaze Şehbayê jî wek Efrînê dagîr bike û him Tirkiye û him Rûsiye dixwazin em dev ji şehbayê berdin û her rojê gefa êrîşê li penaxwazan dixwen.

Hevserokê Konseya Qanûndarêştinê ya Herêma Efrînê got: Me wek penaxwazên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, sond xwariye ku an emê bi serbilindî vegerin Efrînê û axa xwe an li Şehbayê bimirin.

 

 

Serepeyv