Pênc kuştî û 30 birîndar ji ber teqîna li nêzikî sînorê Tirkiye û Sûriyê
Tîrmeh 20, 2020 10:10 Asia/Tehran
Ji ber teqîna erebeya bombebarkirî li nêzikî derbasgeha sînorî ya Sûriye û Tirkiyê pênc kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Sky Newsa Erebî, Ev teqîn li bakurê Helebê û nêzikî derbasgeha Bab El Selame qewimiye.
Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ustiyê xwe.
Ev navçe di bin kontrola aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û komên sûrî yên ser bi Enqerê ye.
Artêşa Tirkiyê beriya wê jî ji sala 2016an va çar hezar kîmitrên çarkunc ji axa Sûriyê ji wan bajarên El Bab, Ezaz, Cerablus û Efrînê li bakurê Sûriyê dagîr kirine.