QSD: "Di roja 3'an a pêngavê de 6 çete hatin girtin"
QSD'ê di roja 3'yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 6 endamên şaneyên DAIŞ'ê girtin û rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê desteser kirin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD-HSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 3'yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk, bi beşdarbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Zêrvanên Sînor, Yekîneyên Parastina Jin, Yekîneyên Komondus û hevkariya Hêzên Koalîsyonê qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li herêmên Dêrazorê li dijî terorêstîn rêxistina DAIŞ'ê didomînin. Di operasyonên serdegirtin û paqijkirinê de yên li dijî baregehên terorîstan û gumanbaran de, 6 endamên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst hatin girtin. Her wiha hêzên me dest danîn ser çekên klaşînkov, gelek mayîn ku ji bo teqînê hatibûn amadekirin, 5 telefon û laptopek."