Tîrmeh 17, 2020 10:41 Asia/Tehran
  •  Nûnerên MSD û Komkara Ereban  civiyan

Alîkarê Sekreterê giştî yê Komkara Ereban (Yekitiya Ereban) Husam Zekî û nûnerê MSD'ê yê li Misirê Sîhanok Dîbo li avahiya komarê hevdîtin pêk anî. 

Di hevdîtinê mijarên nêrîna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser û rola Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) di şerê li dijî terorê û xurtkirina aştiya navxweyî hatin nîqaşkirin.

Sîhanok Dîbo îşaret bi rola Komkara Ereban li gel xeteriyên li ser herêmê û welatên erebî, bi taybet gefên Tirkiyê û dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê kir.

Alîkarê Sekretêrê Giştî yê Komara Erebî got, pêwîst e rastiya nêrîna MSD'ê were xuyakirin û îdia û helwestên ên dûrî rastiyê yên li dijî wê werin derbaskirin.

Hûsam Zekî piştgiriya Komkara Erebî bi Opozisyonoa niştimanî ya Sûriyê ya bi çareseriya siyasî ya li gorî biryarên rewa yên navnetewî anî ziman.

Serepeyv