Tîrmeh 13, 2020 14:02 Asia/Tehran
  • Eşîrên Şedadê:

Rûspiyên eşîrên navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê gotin: “Armanca artêşa Tirkiyê ji komkujiyan ew e ku li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta tirkirinê bide meşandin. Rûsyayê şewqa kesek daye Tirkiyê, lewma êrişî xaka Sûriyê dike.”

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê di demên dawîn  êrişên xwe yên li ser  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye û raste rast sivîlan dike hedef. Li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e, ev jî tê wateya ku komkujiyên dagirkeran erê dikin.

Rûspiyê eşîra 'Miamira' û keyê Ezawî, Remûd Ezawî got: “Tirkiye li herêmên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tîne û dixwaze bajarên dagirkiriye wekî Lîwaa Îskenderonê ya dagirkirî  bi ser xaka xwe ve bike.”

Ezawî di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em heta dawiyê piştevanên QSD`ê dikin. Em ê parastina xaka xwe bikin, em tu carî terka bohostek ji erdê xwe nekin, li gel vê yekê baweriya me bi hêzên me heye û bi hevgirtina pêkhateyên li herêmê em xwedan îradeyeke xurt in."

'BÊDENGIYEKE ECÊB HEYE, NÎŞANA HEVPEYMANAN E'

Ezawî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye rizqê xelkê wêran dike, ji genim bigire heta bi ceh û şewitandina dan û dexlên nêzî herêmên ku dagir kiriye. Xelkên herêmê bi darê zorê koçber kir, bi hemû rê û rêbazan sûcan pêk tîne. Bi van sûcan pîvanên navneteweyî yên ku banga aştîtiyê dikin, bipê dike. Li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e, ev jî dide nîşan ku lihevkirinên derbekirina ewlehî û aramiya herêmê hene. Rûsya wekî welatekî garantor e, lê dîsa jî li hemberî sûcên dewleta Tirkiy tu helwestekê nîşan nade. Ev jî nîşan dide ku hevkariyê Rûsyayê bi Tirkiyê re heye.”

Rûspiyê eşîra Milhim, Hemza El-Keûd axivî û  bal kişand ser hevgirtina di navbera eşîran û QSD`ê de kû li dijî terorîstan parastina pêkhateyên herêmê dikin.

 

 

 

Serepeyv