HSDê 19 girtiyên DAIŞ berda
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317637-hsdê_19_girtiyên_daiŞ_berda
Komek girtiyên din yên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin berdan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2020 08:40 Asia/Tehran
  • HSDê 19 girtiyên DAIŞ berda

Komek girtiyên din yên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin berdan.

Çavkaniyên nêzîkî HSDê dane zanîn, li ser daxwaza mezin û rûspiyên êl û eşîrên Şedad û Dêrazorê, 19 girtiyên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin berdan.

Li gorî wan çavkaniyan, “pêwendiya wan girtiyan bi DAIŞê re nebûye”.

Li gorî agahiyan, ev sêyemîn car e HSDê girtiyên DAIŞê berdide.

Beriya niha derdora 400 girtiyên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatibûn berdan.