Mazlûm Ebdî: Me û Rûsyayê li hev kir 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317515-mazlûm_ebdî_me_û_rûsyayê_li_hev_kir
 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê, General Alexander Chayko re civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2020 05:16 Asia/Tehran
  • Mazlûm Ebdî: Me û Rûsyayê li hev kir 

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê, General Alexander Chayko re civiya.

Mezlûm Ebdî li ser twîttera xwe ragihandiye ku wî îro (sêşemê) pêşwazî li Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê, General Alexander Chayko kiriye û pê re behsa pirsên hevbeş, bi taybet binpêkirina rêkeftina 23ê Cotmehê ji aliyê Tirkiyê ve û herwiha kuştina sê çalakvanên jin ên Kurd li Kobanê, gotûbêj kiriye.

Mazlûm Ebdî got: “Di civînê de me li ser bilindkirnia asta koordîneyê û xebatên hevpar li hev kir. Me sipasiya wî kir ku xebata li hemberî rageşiyan bersivand.”

Aerêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî di 9ê Cotmeha 2019an de êrîşî herêmên kurdî yên bakurê Sûriyê kiribûn û herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî tevî dehan gundên derdora wan bajaran ji destê hêzên Kurdî û hêzên HSDê derxistibûn.

Piştre Amerîka û Rûsyayê du rêkeftinên cuda bi Tirkiyê re kirin û êrîşên Tirkiyê bo ser herêmên kurdî yên Sûriyê hatin rawestandin.

Her piştî êrîşa Tirkiyê, hêzên Rûsya bo yekemîn car bi rêkeftina li gel Fermandariya Giştî ya HSDê, derbasî Herêmên kurdî yên bakur û bakura rojhilata Sûriyê û navçên di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser de bûn.

Li gor wan rêkeftinên di navbera Tirkiye-Amerîka û Rûsya-Tirkiyê de, hêzên Kurdî çekên xwe yên giran heta 30 kîlometrean ji sînorê Tirkiyê dûr kirin, herwiha hêzên Tirkiyê û Rûsya li navçeyên sînorî dewriyeyên hevbeş destpê kirin.

HSDê dibêjin, tevî ku ew pabendî bendên rêkeftina agirbestê bûne, lê belê hêzên Tirkiyê û çeteyên ser bi wî welatî ve êrîşên xwe didomînin û binpêkariyan dikin.

Li aliyekê din di 23 Hezîrana bihorî de jî balafireke bêpîlot a Tirkiyê êrişî gundê Helîncê li rojhilatê herêma Kobanê kiribû û  3 jinên Kurd kuştin.