Tîrmeh 06, 2020 21:54 Asia/Tehran
  • Xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê: Tirkiyê bi girtina ava Firatê xelk perîşan kiriye 

Xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê bi girtina ava çemê Firat tawanbar dikin, bi gotina xelkê navçê ev meh û nîvek e ku ava çemê Firat zêde daketiye, xelk dibêjin wan ji ber daketina avê zirar dîtine, çi ji aliyê ava vexwarinê be yan ji aliyê çandiniyê be.

 Cotkarekî Ereb li navçeya Qere Qozaqê dibêje: “Em li Qere Qozaqê ne, em li ser çemê Firat in, ev meh û nîvek heye em û ajelên xwe jiber daketina ava Firat dinalînin, Tirkiyê av li ser me qut kiriye. Ji bo ku em zeviyên xwe av bidin, me metreya xertûma avê bi 3500 lîreyî kiriye, hûn dikarin vê yekê bi çavê xwe bibînin. Bi Xwedê ne elektirîk û ne ava vexwarinê li ba me heye, Tirkiyê av qut kiriye, Tirkiyê xelk wêran kirine, asta avê li ba me nêzîka 20 metreyan daketiye, zeviyên me hişk bûne, Tirkiyê hemû xelk wêran û perşîan kirine.”

Gundiyên rojavayê herêma Kobanî jî, ji ber daketina ava çemê Firatê gazinan dikin, kêmbûna avê bandoreke zêde li ser avdana zeviyên çandiniyê kiriye, herwiha daketina asta avê bandor li ser jîngehê jî kiriye.

Mihyedîn Mihemed cotkarê ji Kobanî dibêje: “Ez ji gundê Qere Helinc im, av li vî alî 50 metrî daketiye, av zêde pîs bûye, xelkê Kobanî ji daketina avê derd û êşan dibînin, jiber bêhna avê ya nexweş nikarin wê vexun, Tirkiyê û Erdogan ji mêj ve dijminahiya me dikin.”

Bi gotina xelkê navçê û berpirsên Rêveberiya Xweser, di dema du hefteyan de, jiber daketina ava çemê Firatê, li hinek cihan panahiya çem ji 4 kîlometreyan bû 2 kîlometre, di encam de hewdên avê yên bajar û bajarokên nêzîk vala bûn, hevdem daketin û kêmbûna ava Firatê bandor li ser 400 hezar hiktar zeviyên çandiniyê jî li navçeyê kiriye.