Tirkiye careke din ava vexwarinê li ser xelkê Hesekê qut kir
Tîrmeh 06, 2020 08:40 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê carek din ava vexwarinê li ser xelkê bajarê Hesekê û gundên derdorê qut kir.
Ajansa SANA ya fermî ya hikumeta Sûriyê ji zimanê Rêveberê Dezgeha avê ya Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê ragihand: Artêşa Tirkiyê karên Bendava Elok ji şeva borî ve rawestandiye û rê jî, li ber karmendên dezgeha avê girtiye û rê nade derbasî Bendavê bibin.
Ji dema dagîrkirina Serêkaniyê ji alî Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve, eva çendîn car in ku Tirkiyê karên Bendava Elok radiwestîne û dide zanîn, li beramberî vekirina avê HSDê rê bide kehreb ji bendava Tişrîn, bigihe navçeyên di destê Artêşa Tirkiyê de.