Huseynî: "Ji destê Tirkiyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317246-huseynî_ji_destê_tirkiyê_bê_dê_oksîjenê_jî_li_ser_kurdan_qut_bike
Helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, têkildarî êrîşên li dijî Kurdan nirxand û got: "Heke ji destê dewleta Tirkiyê bê dê oksîjenê li ser kurdan qut bike."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2020 04:46 Asia/Tehran
  •  Huseynî:

Helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, têkildarî êrîşên li dijî Kurdan nirxand û got: "Heke ji destê dewleta Tirkiyê bê dê oksîjenê li ser kurdan qut bike."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê ji zarê HAWAR Newsê, Helbestvanê kurd  Ehmed Huseynî, der barê êrîşên Tirkiyê yên li dijî Gundê Helince yê Kobanê, Şengal, Mexmûr, Şeladiz û Kunemasî ku welatiyan jiyan xwe ji dest dan, ji Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)  Lîlav Mihemed û Solîn Reşîd re axivî. Huseynî, diyar kir ku Tirkiye bi êrîşan dixwaze hebûna kurdan tune bike û got: “Tirkiye Dixwaze di aliyê dîrok, çand, ziman û di her alî de kurdan tune bike. Kurdan li dijî hişmendiya wan serî netewand û kurd xwedî fikir û nêrîn in û dikarin mafên xwe bi dest bixin. Ev êrîş jî ji ber van sedeman in. Heke ji destê dewleta tirk bê dê oksejînê li ser gelê kurd qut bike.”