Li Serê Kaniyê teqîn: 4 kuştî hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317091-li_serê_kaniyê_teqîn_4_kuştî_hene
Li gundê Til Helef yê li derdora Serê Kaniyê otombîleke bombekirî teqiya û di encamê de hejmarek sivîl bûn qurbanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2020 17:07 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê teqîn: 4 kuştî hene

Li gundê Til Helef yê li derdora Serê Kaniyê otombîleke bombekirî teqiya û di encamê de hejmarek sivîl bûn qurbanî.

Ajansa “SANA” a fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kir, îro li gundê Til helef teqînek bi riya otombîleke bombekirî hat kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Ji aliyê xwe ve jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama teqînê de 4 kesa hatin kuştin û dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku gelek birîndar hene û birînên hin kesan giran e.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çejdar ve, her car teqîn rû didin, roja 6ê vê mehê jî li Til Helefê teqînekê rû dabû û 10 kes birîndar bûbûn.

Xelkê navçê dibêjin dewleta Tirkiyê û çeteyên wê di paş van teqînan de ne da ku xelkê kurd neçar kin ji9 malên xwe koçber bibin û ew bikarin malbatên çeteyan û ereban dewsa wan bi cih bikin.